HRE: Li Ezaz û Mare 2 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li Mare û Ezazê li dijî leşkerên dewlet tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî pêk anîn.
Di encamê de 2 leşker û çeteyên dewleta tirk hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrnînê têkildarî çalakiyên wan yên li Ezaz û Mare daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniya hêzên rizgariyê;

21’ê Çile li herêma Mare hêzên rizgariyê li dijî çeteyên dewleta tirk çalakiyek sekvaniyê pêk anîn û çeteyek hate kuştin.

22 Çile li herêma Ezazê hêzên rizgariyê li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist.

Di encamê de leşkerekî dewleta Tirk hat kuştin, leşkerek birîndar bû û tankek jî hat derbkirin.

Di heman demê de, artêşa dagirker û komên çete gundên girêdayî herêma Efrîn û Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin.

Her wiha li herêmê liv û tevgera balafirên bêmirov didome.

Leave a Reply

Back to top button