Li Kobanê cenazeyê şervanên QSD’ê Milîtan û Mehmûd hatin oxirkirin

Şêniyên herêma Firatê bi merasîmeke bi heybet Cenazeyên şervanên QSD’ê Mîlîtan û Mehmûd Kobanê oxirkirin
Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şehîd Andok Adil, Ciwan û Botan Raperîn merasîmeke bibîranînê li dar xist.
Meclisa Sivîla a Reqyê jî ji bo hevseroka meclisê ya berê Leyla Mistefa konê sersaxiyê veda.

Îro li herêmê merasîmên oxirkirina şehîd û bibîranîna wan hebûn.

Şehîd Mehmûd Kobanê û Milîtan Kobanê 23’yê Mijdarê li Hesekê şehîd bûbûn.

Bi sedan şêniyên herêma Firatê ji bo oxirkirina cenazeyê herdu cangotiyên xwe li Goristana Şehîd Dîcle kom bûn.

Di merasîmê de, endamê PYD’ê Ehmed Xoce sersaxî ji malbtên şehîdan re xwest û got:

“Şehîd Mehmûd û Milîtan di oxira parastina jiyana azad û aram de, canê xwe fedakirin.

Em soz didin ku li destkeftî û fedekariya wan xwedî derkevin”

Endama Kongra Star Litfiyê Silêman jî got;

Şehîd Mehmûd û şehîd Milîtan xwedî li felsefiya Reber Apo derketin.

Li Şehbayê şehîd Andok, Ciwan û Botan hatin biranîn

Li Şehbayê jî merasîmên bîranînê hebûn.

Şehîd Remdan Bîlal binasnav Andok Adil û ‘Seîd Songulap binasnav Botan Raperîn 20’ê Mijdarê li Zapê şehîd bûbûn.

Ji bo bîranîna hersê gerîlayên HPG’ê li navçeya Ehdas a Şehba merasîmek hate lidarxistin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sûreye Hebeş got:

“Li hemberî êrişên dewleta Tirkiyê a dagirker, gerîlayên HPG’ê têkoşîn mezin didin meşandin.

Em jî soza şopandina rêya şehîdan didin.”

Li ser navê malbatên şehîdan Mihemed Nor jî got;

Şehîd Andok bi xwendina pirtûkên Rêber Apo biryara tevlîbûna nava refê azadiyê da.

Ji bo Hevseroka Meclisa Reqayê Leyla Mistefa konê sersaxiyê hat vedan

Her wiha Meclisa Sivîl a Reqayê ji bo hevseroka Meclisê Leyla Mistefa ku 25’ê Mijdarê wefat kir, konê sersaxiyê veda.

Şêx û rûspiyên eşîran, Endamên jinên Partiya Sûriya Pêşeroj û Meclisa Jinan a Zenûbiyayê li bin konê sersaxiyê amede bûn.

Di merasîmên sersaxiyê de, endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Mensûr El Şêx ev tişt anî ziman:

“Rêheval Leyla, rolek di avakirina Partiya Sûriya Pêşerojê de jî list.

Piştî rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê di avakirina bajar de, bû mînaka hevserokatiyê.”

Back to top button