Komîteya Azadiya Ocalan a Başûrê Kurdistanê û Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyê bi peyamên cuda sersaxî ji malbata nivîskar,
Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û Endamê Komîteya Erebî ya ji bo Azadiya Ocalan, Dr. Recaî Fayîd re xwest.
Duh nivîskar û Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê Dr. Recaî Fayid koça dawî kir.
Komîteya Azadiya Ocalan ji ber wefata Recaî Fayîd peyamek sersaxiyê belav kir.
Komîteya dsetnîşan kir ku Dr. Recaî Fayid wefat kir, lê wê heya dawî di dilê alîgirên azadî û edaletê de bimîne.
Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan sersaxî ji malbata Recaî Fayid re xwest
Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê jî bi peyamekê sersaxî ji malbata nivîskar Recaî her wiha ji gelê Misirê re re xwest.
Însiyatîfê di peyama sersaxiyê de got:
“Me bi xemgînî agahiya wefata nivîskar Recaî Fayid bihîst.
Recaî Fayid kesayeteke navdar, alîgirê doza gelên têkoşer, dostê gelê Kurd û alîgirê doza wî ya adilane bû.”