Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misrê Dr. Recaî Fayid wefat kir

Nivîskar û serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û endamê Komîteya Erebî ya Azadiya ‎Ocalan Dr. Recaî Fayid wefat kir.‎ Ji bo wefata Dr. Recaî Fayid, Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê û PYD’ê peyamên sersaxiyê dan.

Dostê gelê Kurd û alîgirê doza wê serokê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û endamê ‎Komîteya Erebî ya Azadiya Ocalan Recaî Fayid wefat kir. ‎

Recaî Fayid jiyana xwe, xist xizmeta lêkolînên li ser Kurdan û pirtûkek bi navê “Ocalan, Rêber ‎û Doz” jî nivîsandiye.‎

Recaî Fayid di gelek boneyan de piştgiriya xwe bi doza gelê Kurd re nîşan dida û di ‎hevpeyvîneke xwe de jî wiha gotibû: “Ocalan ji girtiyekî fîzîkî veguherî fikir, dûre felsefe û ji ‎bo rizgarkirina bindestan têkoşiya.”‎

Fayid her tim banga naskirina têkoşîna Kurdan a ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa dikir.

KCK: Pêwîste em li armanca û xeyalên Dr. Recaî Fayid derkevin

Ji ber wefata Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Misirî, Dr. Recaî Fayid peyamên sersaxiyê hatin dayîn.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê peyamekî sersaxiyê da û got: Bi xemgînî me îro agahiya wefata nivîskar û lêkolînerê Misrê Recaî Fayid bihîst.

Dr. Recaî Fayid yek ji birayên Ereb bû ku di wê baweriyê de bû, pêwendiyên Kurd û Ereban rêya rast e.

Şîrovekar Recaî Fayid bi salan ji bo doza gelê Kurd, azadiya wî û azadiya Rêber Abdullah Ocalan xebat kir.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê sersaxî ji hevrê, Malbat û gelê Misrê re xwet û got:

Yek ji xeyala Profesor Recaî Fayid pêşxistina Têkiliyên Kurd û Ereban, azadiya Rêber Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bû.

Ji bo vê pêwîste em li xeyalên Dr. Recaî Fayid derkevin.

PYD’ê bi peyamekê sersaxî ji malbata Dr. Recaî Fayid re xwest

Meclisa Giştî ya (PYD) jî li ser malpera xwe ya fermî ji bo wefata Dr. Recaî Fayid peyama sersaxiyê da.

PYD di peyamê de got: “Bi xemgîniyekê me agahiya wefata kesayetê misirî yê navdar û dostê gelê Kurd Dr. Recaî Fayid bihîst.

Em sersaxiyê ji komara Misirê, gel û hikumeta wê, ji malbat û hezkiriyên wî re dixwazin.”

Back to top button