20 dezgehên ragihandinê û rêxistinên hiqûqî bangeke lezgîn li “NY” kir

20 Dezgehên ragihandinê û rêxistinên hiqûqî li Sûriyê, ji bo rawestandina binpêkirinên ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li Efrînê, bangeke lezgîn li Netewên Yekbûyî kir.

Di banga van aliyan de daxwaz tê kirin ku sînorek ji binpêkirin û sûcên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên xwe derheqê sivîlan de dikin, were danîn.

Her 20 Dezgehên ragihandinê û rêxistinên hiqûqî yê Sûrî di banga xwe de, ev xal destnîşan kirine:

– Ji danîna sînorekî ji binpêkirinan re û hesabxwestina kesên sûcdar, divê komîteyek were avakirin ku hemû binpêkirinên li Efrînê û herêmên dagirkirî belge bike.

– Zext li Tirkiyê were kirin ku hebûna xwe ya leşkerî ya nerewa li Sûriyê bi dawî bike.

– Pêwîst e herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bikevin bin parastineke navdewletî de, heya dîtina çareseriyeke giştî ji aloziya Sûriyê re.

Back to top button