Dagirkeriya Tirk agir berda zeviyên Til Temir, Zirgan û Şêrawayê

Dagirkeriya Tirk careke din agir berda zeviyên çandiniyê yên navçeyên Til Temir û Zirganê yên Hesekê û navçeya Şêrawa ya Efrînê.

Dagirkeriya Tirk îro di saetên êvarî de zeviyên çandiniyê yên gundên Qasimiyê û Rîhaniyê yên navçeya Til Temirê dan ber agir.

Ji ber ku hêzên dagirkeran ew dikirin armanc, tîmên agirkujiyê nikarîbûn agir vemirînin.

Ev şewat berfirh bû û gihaşt mezreya Çêlekan a li ser rêya Serê Kaniyê.

Hêzên dagirker li gundê Menax ê li ser rêya navçeya Zirganê jî agir bi zeviyên çandiniyê xist.

Her wiha dagirkeran agir berda zeviyên gundê Basilê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê.

Ji ber hewayê agir heta bi zeviyên gundê Bênê yê heman navçeyê belav bû.

Xwediyên erdan ji ber êrîşên dewleta Tirk nikarîbûn agirê ku bi mewsimê wan ketiye vemrînin.

Ji derveyî şewitandina zeviyan jî, dagirkeriya Tirk gundên Helîsa, Hesacik, Semoqa û Bendava Şehbayê bi fûze û obûsan topbaran kirin.

Back to top button