Hilbijartina seroktiyê ya Rûsyayê 2024 wê di 17’ê Adarê de bê lidarxistin

Dîroka hilbijartina Rûsyayê eşkere bû.
Parlamenterên Rûsî dîroka hilbijartinên seroktiya dewletê weke 17’ê Adara 2024’an diyar kirin.
Putina 71 salî hîna ji bo ji nû ve bibe namzet ti daxuyaniyê nedaye.
Li gor anketên li ser rayagiştî hatiye kirin şerê dirêj û maliyetê giran li Ukraynayê pîleya erêkirina bilind a Putinê zêde bandor nekiriye.

Her hilbijartina ku li Rûsyayê tê lidarxistin, muxalîfên li beramberî Putînê ku dikevin pêşbirka hilbijartinê yan di girtîgehê de ne an jî derveyî welêt dijîn.

Parlamenterên Rûsî dîroka hilbijartinên seroktiya dewletê weke 17’ê Adarê sala bê diyar kirin.

Heya vê demê namzetên ku li beramberî Putin bikeve pêşbirkê û bi serbikeve derneketiye û ev yek jî destê Putinê di hilbijartinê de xurt dike.

Konseya Federasyonê ku meclisa jor a parlamentoya Rûsyayê ye, biryarnameya ku dîroka hilbijartinê diyar dike erê kirin.

Berdevkê Konseya Federasyonê Valentna Matviyenko derbarê hilbijartinê de axivî û got:

“Di rastiyê de ev biryar destpêka kampanyaya hilbijartinê diyar dike.”

Komîsyona hilbijartina navendî yê Rûsyayê wê roja Înê têkîldarî kampanyaya seroktiyê civînekê li dar bixe.

Putina 71 salî hîna ji bo ji nû ve bibe namzet ti daxuyaniyê nedaye lê belê ji ber dîrok hatiye diyar kirin tê payîn wê rojên bê rave bike.

Reformên destûra bingehîn a ku Putin bixwe saz kiriye, piştî wextê erka heyî biqede jî dikare du dem ê şeş salê jî bibe namzet.

Her wiha derfet dide ku heya 2036’ê li desthilatdariyê bimîne.

Li gorî anketên li ser raya giştî dibe ku Putin dîsa biserkeve

Li gorî anketên li ser rayagiştî hatiye kirin şerê dirêj û maliyetê giran li Ukraynayê û hewldanên Yevgenî Prigojin ê Wagnerê pîleya erêkirina bilind a Putinê zêde bandor nekiriye.

Heya niha du kes li beramberî Putinê daye xuyakirin ku bibin namzet.

Yek ji wan endamê meclisa şaredariya Moskowê, parlamenterê berê Boris Nadejdin û yê din jî rojnamevan û parêzer Yekaterina Duntsova ye.

Pûtîn ku di sala 2018’an de weke serbixwe bû namzet, îmzeyên pêwîst kom kir.

Di sala 2012 de, ew di hilbijartinan de wek namzetê Partiya Rûsyaya Yekbûyî bi ser ketibû.

Back to top button