Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 20’an de didome

Serhildana gel yên li dijî rêjîma qirker a Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike.
Di roja 19’an de jî tevî hemû zext û êrişên hêzên rejîmê gel li qadan bûn. Xwepêşandaran daxwaza xwe yê azadiyê dubare kirin.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana gel, 20 rojin dewam dikin.

Tevî hemû êrişên rejîma Îranê a qirker jî çalakgeran rojekê jî dev ji xwepêşandanên xwe bernedan.

Bi taybetî jî herî zêde jin û ciwan bi hêrsek mezin beşdarî xwepêşandan dibin.

Li bajarê Kirmanşanê li dijî paşverutiya rejîmê gel doh dîsa li qadan bûn.

Xwendekarên dibistanan yên li bajarê Mêrîvanê jî laçikên serê xwe avêtin û diruşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin.

Rejîma Îranê a ku li hemberî raperîna gel û ciwanan tirs ketiye dile wî bi rêya sûxurên xwe yên besic zext û zordariyê li dijî xwendekaran dike.

Li bajarê Eshefanê jî gel heya derengiya şevê li ser pêyan bûn û daxwazên xwe yên azadiyê qîr kirin.

Her wiha li heman bajarî, jinan nexşeya Kurdistanê ku bi porê jinê hatiye xemilandin li pira bajêr daleqandin.

Li bajarê Qumê jî ku navenda olî ya rejîma Îranê ye, tevî hemû zext û êrişan serhildana gel dewam kir.

Vir jî bajarê Tehranê yê peytaxta Îranê ye.

Li vir jî xelk li dijî hovitiya Rejîmê derketin û dengê xwe bilind kirin.

Xwepêşandan li bajarê Talêşê jî hebû.

Û li vir jî xwepêşandar li dijî hêzên rêjîma Îranê li ser pêyan bûn.

Li gorî daneyên herî dawî yên Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ji destpêka xwepêşandan ve 154 kes hatine kuştin.

Back to top button