Li peravên Cezayrê 4 penaber mirin

Tevî metirsiya mirinê jî hê bi hezaran mirov li ser rêya penaberiyê ne.
Ji dih ve li peravên Cezayîr û Yûnanistanê 2 kelek noqî avê bûn.
Bêtirî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî wenad bûn.
Hat îdîakirina ku di nava qurbaniyan de 4 mirovên Kobanî hene.

Bi salane di berdêla hinek pere de, bazirgan û şebekeyên qeçaxçîtiyê dibin sedema mirina mirovan.

Di nava 24 saetên dawî ji 2 deveran agahiyên trajîk ên têkildarî rêwîtiya penaberan a ber bi mirinê ve hatin belavkirin.

Bûyera pêşî li peravên Cezayîrê rû da.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî keleka ku 14 penaber li ser bûn noqî avê bû.

Çavdêriyê ragihand ku ji wan 4 penaberên Kobanê jiyana xwe ji dest dane.

Lê heta niha têkildarî nasnameya wan ti agahî nehatine bidestxistin.

15 Penaber li peravên Yûnanistanê mirin

Bûyerek bi heman rengî li peravên Yûnanistanê jî qewimî.

Li nêzî Grava Lîsbosê keleka ku 40 kes li ser bûn noqî avê bû.

Di encama lêgerîna hêzên Yûnan ên deryayê, cenazeyê 15 kesan hate dîtin.

5 kesan karîbûn xwe xelas bikin û 20 din jî wenda ne.

Back to top button