”Piraniya baregehên MÎT’ê li herêmên di bin serweriya PDK’ê de ne”

Welatiyên Helebce êrişên dewleta Tirk ya dagirker bi hevkariya PDK ê şermezar kirin û gotin: ”Divê ew kesên sixurtiyê ji dewleta Tirk re dikin bên darizandin.”

Welatiyê binavê Eyûb Silêman diyar kir ku divê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi rêya Bexda zextan bike ku ev êriş û bombebaranên dewleta Tirk bên rawestandin.

Di dewamê de Eyûb got:

”Em dibînîn ku MÎT’ê çendîn baregeh û navend li Başûrê Kurdistanê hene piraniya wan li herêma di bin serweriya PDK’ê de ne.”

Her wiha Ferhan Hesen jî da zanîn ku bombebarana li ser balafirxaneya çandiniyê ya Erbetê ji bo statûya siyasî ya Başûrê Kurdistanê metirsiyeke mezine û wiha dewam kir:

” Pêwîste Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re careke din di berçavan re derbaz bikin û bi tu awayî van êriş, dagirkerî û bombebaranan qebûl nekin.”

Welatiyê binavê Beşdar Delo têkildarî heman mijarê destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk, êrişên terorî ne û divê bên şermezarkirin.

Ew kes û aliyên destê wan di destê dijmin de ye û sixuriyê ji dijmin û dagikerê gel û welatê xwe re dikin,Pêwîste ji gelê Kurd re bên eşkerekirin û bên teşhîrkirin.”

Back to top button