
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku li rojhilatê Dêrazorê jî komên çekdar ên girêdayî rejima Sûrî hewl dan bikevin heremê. Li gor daxuyaniya QSD’ê ev hewldan hatin têkbirin.
Hikûmeta Şamû û dewleta tirk a dagirker careke din bi karanîna hin koman dixwazin li heremê tevliheviyan derxînin.
Doh 2 komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê xwestin derbasî herêmên Dêrazorê yên di bin kontrola QSD’ê de bibin.
Herdû komên çekdar, ketin çembera hêzên QSD û di navber QSD’ê û çekdaran de şer derket.
QSD’ê têkildarçê mijarê daxuyanî da û got.
“Çekdarên girêdayî saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Sûriyeyê tevî parastina wan bi awayeke ketober li rojavayê çemê Firatê ketina herêmên li navçeya Zîban ê dêrazorê topbaran kirin.
2 komên çekdar ketin bajarokê zibanê.
Hêzên me van her du koman dorpêç kirin.
Di encama bersivdayîna hêzên me de bi dehan kuştî û birîndarên wan koman çêbûn.
Çeteyên ku derbxwarin paşve reviyan.
Niha herêmbi temamî di bin kontrola hêzên me de ye.”