Wê sibê şehîd Aslan Qamişlo û Seyîd Evran li Qamişlo bên oxirkirin

Wê sibê rojnamevan Seyîd Evran û Rêveberê Yekînîyên Parastina Gel Aslan Qamişlo bi merasîmek li Qamişlo bê oxirkirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê bang li gelê xwe kir ku bi awayekî girseyî beşdarî merasîmê oxirkirinê yê Şehîd Seyid Evran û Aslan Qamişlo bibin .

Merasîm wê 27’ê Îlonê roja Çarşemê an jî sibe li goristana şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo bêne li darxisrin .

Merasîm wê saet di 11.00’an de ji ber morga bajarê Qamişlo destpê bike. Cenazeyên Şehîd Seyîd Evran û Aslan Qamişlo wê ji vir bên wergirtin û li ser milan bi meşê bibin Goristana Şehîd Delîl Saruxan.

Piştî meşê wê li goristanê merasîm pêk were û cenazeyan bispêrin axê.

Back to top button