Gerîlayan 12’ê Tebaxê li herêma Metînayê çalakiyek kiribû û herî kêm 3 leşkerên Tirk hatibûn kuştin. Gerîla TV dîmenê wê çalakiyeke weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;
12’ê Tebaxê li dijî dagirkerên li ser Girê Azad, hêzên me ji 2 baskan ve çalakiyeke koordîneyî kirin.
Di çalakiyê de kozikek dagirkeran hate îmhakirin ku 3 dagirker û çekek bombeavêj tê de bûn.
Di encamê de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, kozik û bombeavêj hatin îmhakirin