Komeleya Mafê Mirovan ÎHD’a Amedê giliyên polîsên êşkence li Parlamentera HDP’ê Semra Guzelê kiribûn û peywîrdarên ku dîmenê vê êşkenceyê belav kiribûn, kir.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel parêzbendiya wê hat rakirin û di 3’yê îlonê de li Stenbolê hat girtin û ew şandin girtîgehê.
Polîsên ku destên wê ji paş ve kelemçekiribûn êşkence lê kiribûn û hewl dabûn “serê wê bitewînin”.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê giliyê polîsên ku êşkence li Guzelê kiribûn kir.
Di serlêdana gilîkirinê de hatiye bibîrxistin ku Guzel hîna jî parlamenter e û wiha hatiye gotin:
“Sûcê êşkenceyê sûcê li hemberî mirovahiyê tê hesibandin ..
Di her şert û mercî de qedexe ye..
Belavkirina dîmenên sûcî jî fikarên me parêzvanên mafên mirovan zêde dike. ”
Di serlêdana ji bo gilîkirinê de hat xwestin ku demildest kesên tiliya wan di vê êşkenceyê de bên darizandin û cezakirin.