Malbatên Gerîla: Armanca dagirkeriya Tirk tunekirina Kurda ye

Malbatên gerîla ên herêma Germiyanê derbarê êrişên dagirkeriya Tirk ên bi çekên kîmyawî de nerazîbûn nîşan dan. 

Birayê gerîlayekî, Fethullah Şemsula dibêje armanca dewleta Tirk tunekirina Kurdan e, ne gerîla tenê ye.

Fethullah Şemsula daxwaz ji aliyên siyasî, parlementerên Herêm û Iraqê kir ku li dijî êrişan helwest nîşan bidin.

Bavê şervanekî, Xudadad Nadir jî derbarê mijarê de axivî û ev tişt anî ziman:

“Parlemento û hikûmet li beramberî êrişên dewleta Tirk û zilma wî bêdengin. Êrişên ku îro li ser gerîla çêdibin, wê sibe li ser wan jî çêbin.”

Xudadad Nadir daxwaz ji parlementoya Herêm û Iraqê kir ku çawan li dijî êrişa li ser geştiyarên Ereb dengê xwe derxistin, ji bo gelê Kurd jî dengê xwe derxin.

Back to top button