Zelensky: Em ê bohisteke axa xwe ji Rûsyayê re nehêlin

Serokê Ukraynayê Zelensky li wê yekê mukir hat ku hêzên Rûs li herêma Rojhilat çalak in û got:
“Rojane bi dehan êriş pêk tînin.
Zelensky peyam da ku ew ê li herêmê yek bohista axa Ukrayna ji Rûsyayê re nehêlin.

Li Rojhilatê Ukrayna û bi taybet herêma Donetskê şer dîsa dijwar dibe.

Berpirsên Rûs ên li herêmê ragihandin ku artêşa Ukraynayê bi tankan êrişî bajarokê Mykolaiv kir û got, şer bi dijwarî dewam dike.

Serokê Ukrayna Zelensky jî diyar kir ku Rûsya li herêmê hê jî bi hêze û got:

“Her rojê bi dehan êriş li dijî me pêk tên.

Tevî vê yekê jî derbên giran li wan dikevin. Em û yek bohista Donetskê ji Rûsan re nehêlin.”

Serokê Rûsyayê Putîn dawiya Îlona îsal, Donetsk weke beşek ji xaka welatê xwe ragihandibû.

Li herêma Xersonê jî hewldanên artêşa Ukrayn ên rizgarkirinê dewam dikin.

Cîgirê serokê herêmê yê Rûs ragihand ku hêzên Ukraynî xwestin ji 3 milan ve pêşde werin.

“4 Mîlyon bê elektrîk mane”

Di vê navberê de artêşa Rûs ya li herêma Rojhilatê tengav dibe, êrişên xwe li dijî navendên binesaziyê zêde kirin.

Serokê welat Zelensky diyar kir ku tavî paytext Kievê, navendên li 14 bajaran bûne armanca êrişan û got:

4 mîlyon welatî bê elektrîk mane.

Back to top button