Dewletên yekbûyî yên Amerîkayê wê 20 hezar leşkerî bişîne Ewropayê

DYA wê bi 20 hezar leşkerî wê beşdarî tatbîqata “Parastina Ewropayê-2020” a NATO’yê ya li Ewropayê bike.

DYA piştî 25 salan yekemcar wê hêzeke xwe ya leşkerî ya ji 20 hezar leşkerî, bişîne Ewropayê.

Veguhastina leşkerî wê di meha Sibatê de dest pê bike û bi giştî 1100 panzer û 8600 wesayitên leşkerî wê bên veguhastin.

Navenda veguhastinê û tatbîqatê jî wê Elmanya be.

Sekreterê Wezîra Parastinê ya Almanyayê Peter Taûber der barê tatbîqatê agahî da û diyar kir, ji bo veguhastina leşkerî ya DYA’yê wê balafirgehên Berlîn, Frankfûrt, Hambûrg, Munchen û Nurnbergê bên bikaranîn.

Ji 18 welatên NATO’yê wê 37 hezar leşker tevlî vê gavê bibin.

Her wiha wê 8 hezar leşkerên DYA’yê yên li Ewropayê ne jî, beşdarî tatbîqatê bibin.

Leave a Reply

Back to top button