Wezareta parastinê ya Brîtanyayê, dibêje “dibe Amerîka nema karibe lîdertiya Cîhanê bike” û ew ji ber vê yekê bi fikar in.
Wezîrê parastinê yê Brîtanyayê Ben Wallace ji Rojnameya “Sunday Times” re got:
“London wê teknîkên Amerîkî yên leşkerî kêm bike û ew ê xebatên xwe di vê warê de bi pêş bixe.”
Wallace anî ziman ku ew pir xwe dispêrin parastina asmanî, istixbarat û alavên çavdêriyê yên Amerîkî û divê ew alavên xwe biguherînin.
WEZÎRÊ PARASTINÊ YÊ BRÎTANYAYÊ: DIBE KU AMERÎKA NEMA KARIBE RÊVEBERTIYA CÎHANÊ BIKE
Wezîrê Brîtanî got:
“Eger Amerîka dest ji birêvebirina cîhanê berde, ev yek wê ji me û cîhanê bi giştî re ne baş be.”
“Ji lew re, divê em xwe ji ya nebaş re amade bikin û hêviya ya baş bikin.”