Komên çete êrîşî balafirgehên Idlibê kirin

Tevî ragihandina agirbestê jî, şerê li Idlibê didome.
Hat ragihandin ku, komên çete bi awayekî dijwar êrîşî hêzên Rêjmê kirin.

Ev êrîş li derodora balafirgeha Heleb a Navdewletî û balafirgeha leşkerî ya Neyrebê pêk hat.

Doh jî balafirên şer ên Rêjîma sûrî êrîşî bajarê Binş ê Rojhilatê Idlibê kir, 18 kes hatin kuştin û hin birîdar çêbûn.

Wezareta Rûsyayê idia kir ku, da zanîn ku ji 9’ê Cotmehê ve artêşa sûrî êrîşên xwe li Idlibê rawestandiye, lê komên çete êrîşên xwe berdewam dikin.

Wezareta Rûsî jî raghand ku ew ê sivîlan vegerînin herêmê ku ji aliyê rêjîma sûrî ve hatiye rizgarkirin.

Wezareta Rûsî diyar kir ku ew ê roja Duşemê anga 13’ê Çileyê, 3 korîdorên mirovî veke.

Korîdorên mirovî wê li Ebû El-Zihûr, El-Hebît û El-Hadir werin vekirin.

ÇAVDÊRIYA SÛRÎ YA MAFÊN MIROVAN: ŞÊNIYÊN DERAYÊ 30 LEŞKERÊN REJÎMÊ GIRTIN

Li Deraayê jî şênî û çekdarine êrîşî çend bendên kontrolê yê hêzên Rêjîmê kir.

Çavdêriya Sûrî ya mafên Mirovan diyar kir ku, çekdarine li bajaroka Kerk a Rojhilat, êrîşî bendekî kontrolê yê Rêjîmê kir û 8 endamên wan girtin û çekên wan destser kir.

Di heman çarçoveyê de, xelkê bajaroka Nahta bi qasî 20 leşkerên Rêjîmê girtin û çekên wan jî bi dest xistin.

Li gorî çavdêriyê ev tevgera xelkê, weke zext û bersiva li dijî girtina gelek kesan ji aliyê Rêjmê ve ye.

Leave a Reply

Back to top button