Li başûrê paytexta Îran Tehranê teqînekê rû da, 9 kes mirin

Li bajarekî li başûrê paytexta Îran Tehranê teqînekê rû da. Di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Midûrê Heyva Sor Şahîn Fethî ji televîzyona dewletê re axivî û got, “Êvara Çarşemê li bajarê Rûbat Kerîm ê li başûrê paytextê li avahiyekê teqînek çêbû.”

Fethî ragihand ku di encama teqînê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, 9 kes jî birîndar bûn.

Li gorî televîzyona dewletê 6 ji kesên jiyana xwe ji dest dane jin e.

Fethî ragihand ku piştî teqînê avahiya ji sê qatî hilweşiya û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 11 saetan bi dawî bû.

Hate ragihandin ku teqîn ji ber gazê çêbûye.

Rûbat Kerîm ku bajarekî xizan ê Îranê ye 100 hezar nifûsa xwe heye.

Back to top button