“Divê Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî û hikumeta Şamê helwesta xwe zelal bikin”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û bang li Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî û hikumeta Şamê kirin ku helwesta xwe ya li hember van êrişan nîşan bidin.

Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweser got:

Li gel rewşa girêk a aloziya Sûriyê, hemwextî hewldanên dîtina çareseriyekê ji aloziyê re, dewleta Tirk êrişên xwe yên ne-rewa li dijî herêmê zêde dike.

Li dijî rojavayê Firatê, Şehbayê êrişên berfireh pêk tên û di encamê de, şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û sivîl şehîd bûn û gelek ji wan birîndar bûn.

Zêdekirina van êrişan û hedefgirtina rasterast a sivîlan, tenê daxwaza Tirkiyê rave dike.

Bê guman, hemwextî dewamkirina civînên çaralî û dayîna nexşerêyan û mekanîzmeyên ewlehiyê di navbera Tirkiye û Sûriyê de, ev êriş pêk tên.

Ev geşedan û rewş gelek pirs-nîşanan çêdike.

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku divê Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û rejîma Sûriyê li hember van êrişan, helwestên xwe nîşan bidin.

Dewleta Tirk êrişî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike

Back to top button