Dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser Rêjava, bakur û rojhilatê sûriyê nedaya seknandin..
Dagirkeriya Tirk bi balafiran, topbaran û bombebaranê êrişan pêk tîne.
Ji Tirbespiyê û Qamişlo heta bi Kobanê, Minbic û ji wir hata bi Şehbayê hatin topbaran kirin.
Di van êrişan de, Zarok, welatiyên Sivîl û şervan şehîd û birîndar bûn.
Heta bi hêzên hikumeta şamê bûn hedefa êrişan, hem jiyana xwe ji dest dan û hem birîndar bûn, lê dîsa ne hikumeta Şamê û ne kes deng ji xwe nayîne.
Dewleta Tirk êrişên bi balafiran, bombebaran û topbarana xwe ya li dijî heremê didomîn e.
Van rojan pêla êrişên xwe li dijî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde kirine.
Li doh hev him Şehba û Navçeyên wê û him Minbic, Kobanê û herêma cizîrê topbaran dike..
Balafira dewleta Tirk erebeyek li gundê Şorik ê Qamişlo kir armanc
Îro dagirkeran derdora cihê çemento yê li gundê Şorik yê li ser rêya di navbera bajarê Qamişlo û navçeya Tirbespiyê de, kir hedef.
Li gor nûçegihanên me ragihandin 5 kes birîndar bûne.
Her weha zirarên mezin di rawestgeha li herêmê, erd û milkên xelkê de çêbûne.
Dewleta Tirk gundewarê Eyn Îsa topbaran kir
Hemwexî vê êrişî, dewleta Tirk rêya M4 û gundê Xalidiyê, Mieleq û kampa kevin yê navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.
Dagirkeriya Tirk bi balafiran êrişî Şehbayê kir
Vê sibehê jî dagirkeriya Tirk bi balafiran êrişî Şehba kir..
Li Bênê û Til Fifet Hêzên Hikumeta Şamê bûn armancê êrişan..
6 Leşkeran jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn
Di encamê de 5 lelkerên hikûmeta şamê jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn ..
Di êrişa li ser gundê Meyasê ya navçeya Şêrewa leşkerkî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û 1 leşker jî birîndar bû.
Derdora gundê Soxanekê yê girêdayî Şêrewa û gundê Şewarqa a navçeya şera jî hatin toparan kirin.
Di encamê de agir bi zeviyên gundiyan ket û zirar madî çê bûne.
Minbic-Di encama bombebaranê de 2 zarok birîndar bûn
Dîsa sibehê li Minbicê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyek şêniyên gundê Dendeniyê topbaran kir.
Di encama topbaranê de 2 zarok birîndar bûn.
Minbic-ji bo rizgarkirina zarokan 4 şervan şehîd bûn 2 jî birîndar bûn
Dema şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hewl dan xwe bigihînin sivîlên birîndar bi balafirên bê mirov hatin armanc kirin.
Ji bo rizgarkirina 2 zarokên birîndar, Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê 4 şehîd ji şervanên xwe feda kirin û 2 jî birîndar bûn.
Ziyaneke mezin giha zevî û milkên sivîlan jî.
“Li gundê Ereb Hesen ê Minbicê jî welatiyek şehîd bû”
Li gundê Ereb hesen jî, balafireke dagirkeriyê malek bombebaran kir di encamê de sivîlek şehîd bû.
Duh jî bi balfira û hewanan gundewarê Minbicê û nuqteya hêzên hikumeta Şamê yên li şera hat bombebaran kirin.
https://youtu.be/B_P5YdDlJ8E



