“4 Şervanên me ji bo 2 zarokên birîndar xilas bikin şehîd bûn”

Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê van êrişan de daxuyaniyek da û got:“Şervanên me bi lehngî û qehremaniyeke mezin gihan asta şehadetê.”

Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrişên li dijî heremê û çawaniya şehîdbûna şervanê xwe de daxuyaniyek da.

Meclisê diyar kir ku di çarçoveya têkoşîna wan a demdirêj û bi rûmet de careke din wan helwestên leheng û qehreman ji bo parastina gel nîşan dan û vê lehengiyê dîtin.

Meclisê da zanîn ku şervan û fermandarên wan li hember dagirkeran ji bo armancên mezin her çiqasî berdêl giran be jî ruhê fedayî raber kirin.

Meclisê balkişand ser êrişên dijwar û wiha got: “Îro danê sibê dewleta Tirk a dagirker bi obîsan gundên ewle yên Minbicê bombebaran kir

Di encama bombebaranê de 2 zarok birîndar bûn.

Li vir komek şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi qehremanî û lehengî destwerdan kirin û her du zarokên birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Lê dagirkeriya ku her tim qanûnên mirovî û yên navneteweyî binpê dike bi deronan êrişek pêk anî û şervanên me yên ku dixwestin wan zarokan veguhezînin nexweşxaneyê kir armanc.

Û di encamê de 4 şervanên me şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.”

Têkildarî heman mijarê Fermandariya Giştî Ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê jî daxuyanî da û got:

QSD: Divê her kes rihê lehengane yê şervanên vî gelî bibîne

“Helwesta bi rûmet a her 4 şehîd û hevalên bi wan re careke din nîşan dide ku hêzên me bi hemû şervan û fermandarên xwe ji her demê zêdetir li hemberî dagirkeriyê amade ne ku têkoşîn bikin û gelê xwe biparêzin.

QSD‘ê di dawiyê de teqeziya parastina heremê kir û got:

“Em di wê baweriyê de ne ku gelê herêmê û dîroka wê rola lehengî ya hevrêyên me yên şehîd ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bibînin.

Ji bo rizgarkirina zarokên birîndar û parastina heremê ji bîr nakin û dê her dem şopdarên rêya wan bin”

Back to top button