Bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê Meclisa Navçeya Dêrikê û PYD’ê li bajarê Dêrikê şahiyek orgenîze kirin.
Şêniyên Dêrikê, Endamên Saziyên Civaka Sivîl, Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî PYNK li navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger kom bûn, salvegera Şoreşê pîroz kirin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê bi boneya rojê diyar kir ku bi saya keda şehîdan di nav pêkhateyan de yekîtî pêk hat û Rêveberiya xweser hat avakirin.
Li ser navê Kongreya Star a Dêrikê jî hate gotin ku şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bingeha xwe 14’ê Tîrmehê girtiye wê bi têkoşîn û rêxistinbûna jinê ve hîn xurtir be.
Şahî bi stranên Koma Cûdî û gerandina govendê bi dawî bû.