Der barê lêborîna El Herîrî ya avakirina hikumeta Libnanê, Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî texmîn kir ku encamine ne baş ji ber lêborîna El-Herîrî derkevin.
Ehmed Ebû El-Xeyz ji New Yorkê mixabiniya xwe li ser lêborîna Seed El-Herîrî ya avakirina hikumetê, nîşan da.
Ebû El-Xeyz eşkere got “Ez texmîn dikim ku encamên lêborîna El-Herîrî li ser pêşeroja Lubnanê mertirsî bin.” û soz da ku Komkara Erebî wê alîkariya Libnanê di vê rewşa hestiyar de bike.
Sekretêrê Giştî yê Komkara Erebî dawiyê bang li civaka navneteweyî kir ku alîkariya gelê Lubnanê bike û piştrast kir “Tevahî siyasetmedarên Libnanê ji rewşa wê berpirsiyar in.”
Herî dawî Seed El-Herîrî ku ji bo avakirina hikumetê erkedar bûbû, piştî hevdîtina bi serokê Libnanê Mişel Ewn re lêborîn xwest.