Li Helebê xiyanet û hevkariya PDK’ê hat şermezarkirin

Dayikên gerîla yên li bajarê Helebê di salvegera duyemîn a Kemîna Xelîfanê de ku hêzên PDK’ê, 6 gerîla şehîd xistibûn,daxuyaniyek dan.
Dayîkan diyar kirin ku bi vê yekê re li tevahî gelê Kurd xiyanet hate kirin.

Endama rêveber a Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Fatma Hesen bi beşdariya bi dehan dayikên gerîla daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de berxwedana gerîla hate bibîr xistin û silav kirin.

Dayîkên gêrîla hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kirin û wiha gotin:

“Malbata Barzanî bi dijmin re li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê şerê qirkirinê dimeşîne û êrişî Şoreşa Rojava dike.

Di salvegera duyemîn a Kemîna Xelîfanê de, li şûna ku lêborînê bixwazin, bi dijminê gelê Kurd re hevkariyê dikin.

Ev jî xiyaneta li dijî gelê Kurd Kurd nîşan dide.”

Dayîkên şehîdan diyar kirin ku wê hevkariya PDK’ê nikaribe gerîlayên leheng ên li ser firkên Rêber Apo mezin bûne, tune bike.

Back to top button