Artêşa dagirker li ser rêya Girkê Legê erebeyek kir armanc

Dewleta Tirk a dagirker careke din bi balafirên bêmirov ê biçek şêniyên heremê kir armanc.
êrişa dagirkeriya tirk li ser rêya girkê legê li dijî erebeyek welatiyan pêk hat.

Dewleta Tirk a dagirker bi Balefireke biçek a cûreya dronê seat 4 û nîv piștî nîvro li Girkê Legê êrișî erebeyekê kir.

Êriș li ser rêya gundê Dugurka, çerxerêya gundê Til Cemal ê 3 km rojhilatê Girkê Legê dûrî sînirê Tirkiyê bi 17 km pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê șehîd hene.

Lê heta niha saziyên eleqedar tu daxuyaniyeke fermî derbarê buyerê nehatiye dayîn

Back to top button