YPG: Hevalê me Şahîn Şehba (Mihemed Enco) li Helebê şehîd bû

YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên wan Şahîn Şehba şehîd bûye û nasnameya wî eşkere kir.
YPG’ê sersaxî ji gel û malbata şehîd re xwest û soza şopandina riya şehîdan da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG der barê şehîd de ev agahî parve kir,

“hevalê me Şahîn Şehba ku li Helebê li ser erka xwe bû, di roja 23’ê Cotmehê di encama jehrîbûneke bêbext de tevlî karwanên nemiran bû.”

YPG’ê diyar kir ku Şahîn Şehba heta dawiyê ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û azadiya gel têkoşîya.

YPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan da.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Şahîn Şehba
Nav û Paşnav: Mihemed Enco
Navê Dayikê: Suad
Navê Bav: Mehmûd
Cihê ji Dayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 23’ê Cotmeha 2023.” 

Back to top button