Rûsya piştî vekişîna ji peymana nukleerî tetbîqatek pêk anî

Rûsya piştî vekişîna ji peymana qedexekirina çekên nukleerî bi demek kin, tetbîqatek pêk anî.

Rûsyayê piştî ku ji peymana Konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya qedexekirina ceribandina çekên nukleerî vekişiya, tetbîqatek pêk anî.

Li gorî nûçeya ajansa TASS a Rûsyayê hat diyarkirin ku sîmulasyona êrîşa nukleerî di bin çavdêriya Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu û Serfermandarê Giştî Valeri Gerasimov de hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku Şoygu û Gerasimov bi vîdeokonferansê agahî dane Serokê Rûsya Vladimir Putin.

Di dema ceribandinan de mûşekên balîstîk ên navparzemînî hatin avêtin.

Moşekên balîstîk ên Sineva ji keştiyeke binê deryayê ya li Deryaya Barentsê ku beşek ji Oqyanûsa Arktîk a di navbera Norwêc û Rûsyayê de pêk tîne, hatin avêtin.

Şoygu di daxuyaniya xwe ya derbarê tetbîqatê da got, armanca wan di rewşa şerekî bi çekên nukleerî ya dijmin de pêk hatiye.

Biryara vekişîna ji peymanê doh li Dûma, meclisa jêrîn a Parlamentoya Rûsyayê û li Meclîsa Federasyonê ya Meclîsa Bilind, bi yekdengî hate qebûlkirin.

Back to top button