Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” didome

Serhildanê gelê Rojhılatê Kurdistanê û Îranê yên ji bo bidestxistina azadiyê di 127’emîn de didome. Heta niha ji aliyê Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê bi serdan kes hatin kuştin, darvekirin û eşkence li wan hatiye xwarin.

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” di meha xwe 5’emîn de didome.

Dewleta Îranî jî li şûna daxwazên gel bi cih bîne serî li darvekirin, eşkence û kuştinan dide.

Tevî hemû astengiyan jî duh gel derketin qadan.

Li bajarên girêdayî parêzgeha Sîstan û Beluçistanê ji bo pêşî li çalakiyên ‘Îna Bi Xwîn’ bê girtin, gelek polîs û leşker li ser rêyên kontrolê hatine bi cîh kirin.

Welatiyên bajarê Zahîdan piştî nimêja înê dest bi çalakiyên xwe kirin û pankartên “Jin, Jiyan, Azadî” rakirin.

Li Rask ê girêdayî parêzgeha jî li dijî hikumetê pankart hate vekirin.

Li çalakiyên bajarên Zahîdan û Rask hat xwestin ku welatiyên Beluçistanê yên hatine girtin werin berdan û cezayên îdamê were rakirin.

Her wiha xwepêşanderan ragihand ku xwediyê rasteqîn ê van serhildanan gel e û wê rê nedin tu kes û aliyek dest dane li ser.

Heta niha di xwepêşandanên li Zahîdanê yên “Îna bixwîn” de herî kêm 100 kes hatine kuştin û gelek kes birîndar bûne.

Herwiha duh li bajarê Galîk a parêzgeha Gulistan jî ku piraniya şêniyên wê Tirkmenên Sunne çalakî kirin û meşiyan.

Di çalakiyê de li dijî desthilata dewleta Îranê dirûşme gotin.

Li aliyekî din Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê bi hinceta hicabê, berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî”, piştgirîdane an jî tevlî xwepêşandanan çalakvanên jin digirin cezayê pere, û darvekirinê li wan dibirin.

Çalakvan Soda Manarî hat girtin

Çalakvan Soda Manarî ji ber ku bê hicabê li kolan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir, di 12’ê Mijdarê li Erdebîlê hat girtin .

Endama komeleya astronomî ya Îranê Parîsa Pervaneh hat girtin

Endama Komeleya Astronomî ya Îranê Parîsa Pervan eh jî li Meşhedê hat girtin.

5 Sal cezayê girtîgehê li lîstikvana şano Shîva Shabanî hat birîn

Lîstikvana şano û sînemayê Shîva Shabanî ji aliyê Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreş a Tahranê ve bi hinceta “li dijî ewlehiya welat kombûn û lihevkirina veşartî” û “li dijî dewletê propaganda” mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehe hat kirin.

Her wiha mehkûmê cezayên du salan derketina derveyî welat, nivîsandina di kovar û bûyerên nîgaşî û du salan jî qedexekirina karê şano, sînema û radyoyê hat kirin.

Back to top button