Rêveberiya kampa Koçberên Girê Spî bicihkirina malbatên koçber li beşa Sêyemîn ê kampê bi dawî kir.
Rêveberiya kampa Koçberên Girê Spî bi hevkariya”Rêxistina Blomond” beşa sêyemîn li kampê ava kir û 13’ê meha Hezîranê dest bi pêşwazîkirina koçberan kir.
Derbarê vê de, Hevserokê Rêveberiya Kampê Mihemed El-Şêx anî ziman ” 2 hezar û 459 koçberên li ser 512 malbatan li beşa sêyemîn hatin bicihkirin. Koçber di 564 konan de bi cih bûn û her malbateke ji zêdetirî 8 kesan du kon jê re derdikevin.
Mihemed El-Şêx eşkere kir ku kamp nikare zêdetirî 560 konî pêşwazî bike ji ber vê pêşwaziya beşa sêyemîn bi dawî kirin û bang li aliyên pêywendîdar kir ku di avakirina beşa 4’an alîkar bin.
El-Şêx bi bîr xist, hejmara giştî ya niştecihên li kampa Koçberên Girê Spî bi 3 beşên wê 5 hezar û 934 koçber in.