Di navbera Parîs û Waşîngtonê de krîza paymana AUKUS tê derbaskirin

Tevî derbasbûna hefteyan ji aloziya peymana AUKUS ya di navbera Awistralya, DYA û Îngilistênê de lê hîna jî hêrsa Fransa kêm nebûye.
Waşîngton ji bo krîza heyî derbas bike, Wezîrê Karên Derve Blinken û şandeyek şand Parîsê.
Di hevdîtina Serokomarê Fransa Macron ya bi Blinken re peyamên asayîkirinê hate dayîn.
Koşka Elysee ragihand ku ev danûstandin wê bandor li başkirina têkliyên navbera welatan bike.

Krîza peymana AUKUS ya navbera DYA, Îngilistan û Awistralya ya 15’ê Îlonê bû sedema ku aloziyî navbera Waşîngton û Parîsê derbikeve.

Piştî heyfteyan cara yekem Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li paytext Parîs bi Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinken re civiya.

Koşka Elysee: Hevdîtina, wê bandoreke erênî li têkliyên Fransa û DYA bike

Koşka Elysee têkildarî naveroka hevdîtinê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, civîna Macron û Blinken ji bo avakirina baweriya navbera aliyan wê gavek be erênî be.

Wezîrê Karên Derve yê DYA Blinken: Me bi Fransa re têkliyên baş ava kir û divê me ava kiriban

Piştî hevdîtina bi Macron re Blinken ji televîzyonek Frensî re, para berpirsiyariya welatê xwe di nakokiya ku derketî de qebûl kir.

Blinken yê bi Fransî axivî got,

Me peywendiyek hîn baştir pêk anî û divê me pêk anîban jî.

Blinken anî ziman ku wan li Ewropa, Sahel û Efxanistanê berjewendiyên hevpar ên ewlehiyê gotûbêj kirine û diyar kir ku ew li hêviya pêşxistina têkiliyên dualî ne.

Di pêwendiyek têlefonê ya 22’ê Îlonê de, Macron û Serokê DYA Joe Biden biryar dan ku bi armanca başkirina têkliyên navbera aliyan û derbaskirina “krîza peymana keştiyên binav”pêvajoyek şêwirmendiyê ya kûr bidin dest pê kirin.

Serokê Amerîka Joe Biden, serokwezîrê Îngilîstan Borîs Johnson û Serokwezîrê Awistralya Scott Marrîson (Skot Marîson) 15’ê Îlonê peymana parastinê mohr kirin.

Li gorî peymanê, Awistralya wê karibe bibe xwediyê 8 keştiyên bin avî yên enerjiya nukleerî.

Hersê welatan îdîa kirin ku armanca wan ji peymana binavê “AUKUS” peydakirina aramiyê li herêma Hînd-Pasîfîkê ye.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ev helwesta Awistralya weke îxanetê binav kiribû û konsolên xwe yên li Kanberra û Waşîngtonê paşde vekişandibû.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen piştgiriya xwe ya ji bo Fransa ku endamê YE yê ye anî ziman û diyar kir ku helwesta Awistralya ya vekişîna peymana bi Parîsê re nayê pejirandin.

Back to top button