Wezîrê Karên Derve yê Îsraîl Lapid peyama “Pêvajoya Asayîbûnên” nû da

Pêvajoya asayîbûna danûstandinên navbera Îsraîl û welatên Ereban de, Tel Evîv keyfxweş kiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîl Lapid, têkildarî danûstandinên xwe yên li gel Îmarat, Bahreyn, Sûdan û Fasê agahî da Federasyonên Yahûdî yên li Bakurê Amerîka.
Lapid peyama “pêvajoyên asayîbûnên” nû da û got:
Welatên nû yên ku nikare navê wan eşkere bike û danûstandinên li gel wan têne kirn heye.

Bi zexta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), pêvajoya asabûna danûstandinên navbera Îsraîl û welatên Ereban dewam dike.

Li gorî nûçeya rojnameya Jerusalem Post, Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yair Lapid bi vîdeo konferansekê têkildarî danûstandinên bi DYA, Îmarat, Bahreyn û Fasê re agahî daye Federasyonên Yahûdî yên li Bakurê Amerîka.

Yair Lapid anî ziman ku pêvajoya, normalkirina bi welatan re, pir başe û wiha got:

Ev pêvajoyek baş bû.

Em hewil didin bazinê têkliyê yê bi welatên cîran û derdor re mezin bikin.

Niha heman pêvajo bi welatên ku ez naxwazim navê wan li vir bêjim re dewam dike.

Weke berê, ez nikarim navan bêjim ji bo ziyan li pêvajoyê nebe.

Lapid diyar kir ku dema pêvajoya asayîbûnê ya bi welatên herêmê re dewam dike, pirsgirêka Filistînê jî di rojeva wan de ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê destnîşan kir ku çavên wî li Şerîda Xezza û li bakur jî li Hîzbullahê ye.

Peymana ji bo asayîkirina têkiliyan di navbera Îsraîl û Îmarat û Bahreynê de 15’ê Îlona 2020’an li Koşka Spî hatibû îmzekirin.

Serokê berê yê DYA Donald Trump bi şertê Xertûm ji nava lîsteya “Welatên Piştevaniya terorê dikin”, Sûdanê 23’ê Cotmeha 2020’an peymana asayîbûnê li gel Îsraîlê îmze kir.

Piştî Sûdanê, Fasê 10’ê Kanûna 2020’an, ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Îsraîl re îmze kir.

Back to top button