NY: 2050’an wê bêtirî 5 milyar kes bihêsanî nekarin xwe bigihînin avê

Guherîna rewşa avhewaya li cîhanê banodrek xwe ya zêde dide avakirin.
Lê mixabin ev bandor tenê bi rojekê re sînordar namêne.
Guhertinên îro çêdibin, ji bo salên bê jî sînyala alarmê lê dide.
NY careke din têkildarî zêdebûna jimara mirovan a li cîhan û guherîna rewşa avhewayê hişyarî da.
Di rapora NY ya hate weşandin de hate gotin, heta 2050’î wê bêtirî 5 milyar kes nekarin bi hêsanî xwe bigihînin ava vexwarinê.

Li cîhanê rewşa guherîna avhewayê herî zêde bandorê li ser peydakirina ava vexwarinê dike.

Rêxistinên cihêreng yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî rapora xwe ya bi sernavê “Rewşa Xizmetên Avhewa ya 2021: Av” ku amade kirî weşand.

Rêxistinê di rapora xwe de, hişyariya wê yekê da her ku diçe xwegihandina ava paqij zehmet dibe.

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) Petteri Taalas, ku beşdarî amadekirina raporê bû, ji hukûmetên li çaraliyê cîhanê xwest ku krîza avê cidîtir bigirin.

Taalas hişyarî da ku ji ber guherîna avhewayê hişkesalî û lehî wê zêde bibe, lewma kêmbûna avê wê bibe pirsgirêkeke hîn mezintir.

Pispor diyar kir ku zêdebûna nifûsa cîhanê dê bandorek neyînî li tîbûnê jî bike.

Li gorî raporê, niha li gel 2 milyar mirovan ewlehiya ava vexwarinê nîne.

Rapor pêşbînî dike ku heta sala 2050’an, zêdetirî 5 miyar mirov wê ji kêmbûna avê bandor bibin.

Li gorî raporê, di serdema bîst salî ya piştî 2000’an de, karesatên lehiyê li gorî serdema 20 sal berê wê ji sedî 134 zêde bû.

Di heman demê de, hişkesalî ji sedî 29 zêde bû.

Çavkaniyên avê yên Cîhanê jî kêm bûne.

Kêmbûna ava vexwarinê ya ji ber hişkesaliyê herî zêde rewşa mirovan li Afrîkayê zehmet dike.

Li welatên Asyayê, tê destnîşankirin ku lehî ji ber baranên heyî zêde bûne.

Tê gotin lehiya van demên dawî li welatên wekî Japonya, Çîn, Endonezya, Nepal, Pakistan û Hindistanê hîn zêdetir bûye.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ji hukumetan daxwaz kir ku rêveberên welatan ji bo xerckirina ava vexwarinê hîn zêdetir bixin misogeriyê û pêşî li mezaxtina ava zêdee bigrin.

Di heman demê de tê xwestin ku li hember hişkesalî û lehiyê jî pergalên hişyariya zû werin saz kirin.

Rêxistin dixwaze ji bo tedbîrên li dijî guheztina avhewa jî çavkaniyên zêdetir bêne veqetandin.

Back to top button