Tîma futbolê ya jinên Amûdê bû şampiyona lîga futbolê ya jinan li Sûriyê

Îro hem me nûçeyên şahiya salvegera rizgarkirin Kobanê û hemjî ya ragihandina rêveberiya xweser ya Kobanê bi were parve kir.

Belê îro li ser asta Sûrî jinên Amûdê serkeftinek dîrokî bi dest xistin.

Tîma Futbolê ya Jinên Amûdê bi 3 golan bi ser tîma Ceremana ya Şamê de bi serket û bû şampiyona lîga Fotbulê ya jinan li Sûriyê.

Îro di çarçoveya Lîga Futbola Jinan a Sûriyê de, herdu tîmên jinan ên Amûdê û Ceremana ya Şamê di lîstika fînalê de li bajarê Şamê hatin pêşberî hev.

Di lîstikê de tîma jinan a Amûdê bi 3 golan ji tîma Ceremana ya Şamê bir û bi vî awayî cara yekemîn, tîma Amûdê ya jinan bû şampiyona Lîga Futbolê ya jinan li Sûriyê.

Du golên Amûdê ji aliyê Yarîzan Semer Şêx Bekir ve hatin avêtin.

Gola din jî ji aliyê Mîrenda Deham de hat tomar kirin.

Her wiha lîstikavana Amûdê Semir Şêx Bekir bi tomar kirina 13 golan di çarçoveya lîgê de bû golkera herî baş a jinan li tevahiya Sûriyê.

Tîma Amûdê di 7 lîstikan de qazanc kiribû û di 3 lîstikan de jî wekhev bû.

Tevî leyîstoka dawî ya tîma Amûdê jî maye lê serkeftina xwe misoger kiriye.

Serokê Tîma Futbola Jinan a Amûdê, Îbrahîm Selfîç diyar kir ku Yekîtiya Futbola Sûriyê tenê kirêya balafirê, çûn û hatin û xwarinê ji wan re pêşkêş dikin û wek din, xelkê Amûdê û Kurdên derveyî welat alîkariya wan dikin.

Back to top button