Li Hewlêrê 8 kesan jîyana xwe ji dest dan û 3 kes jî wendane

Li bajarê Hewlerê ya Başûrê Kurdistanê lehî rabû û di encamê de 8 kesan jîyana xwe ji dest dan û çarenûsa 3 kesan jî nayê zanîn.
Welatîyên Hewlêr ê jî li hember vê yekê bertek nîşan dan û gotin: ”Sedema lehiyê nebûna sîstemek baş ya cogên avê û binesaziyê ye.”

Şev ê din li bajarê Hewlêr yê Başûrê Kurdistanê lehî rabû.

Di encama rabûna lehîyê de 8 kesan jîyana xwe ji dest dan û 3 kes jî wenda bûn.

Heman demê zirar û zîyanek mezin gîha malên welatîyan û gelek tiştên wan ber lehîyê çûn.

Lehîyê herî zêde bandor li deverên Qûştepe, Şemame û Daretû kir.

Berdevkê Rêveberîya Parastina Şariştanî ya Hewlerê ragihand ku heya niha çarenûsa 3 kesên ku li ber lehîyê çûne, nayê zanîn.

Welatîyên Hewlêrê: Sedema lehîyê nebûna sîstemek baş ya binesaziyê ye

Welatîyên Hewlêr ê ku can û malên xwe di vê lehîyê de wendakirin, bertek nîşanî nebûna sîstemeke binesazîyê û cogên avê dan.

Welatîyan dîyar kir ku sedema lehîyê nebûna sîstemek baş ya binesazî û cogên avê ye û gotin:

”Ger em zû bi lehîyê nehisîyabana, wê zarokên me jî ber lehîyê biçûna.”

Welatîyên Hewlêrê: Zîyanên mezin gihîşte me

Welatîyê bi navê Erselan Umer da zanîn ku dema di seet 2’yê şev ê ji xew radibe, dibîne ku lehî rabûye û ji nişka ve pê hisîyane û got:

”Jêr zemîna malê di bin avê de ma û av ket hundirê malê. Wesayîtamin jî li ber lehîyê ket. Sedema lehîyê, nebûna sîstemek baş ya cogên avê û binesazîyê ye. Li heremê cihek ku av biçe nîne. Ji ber wê jî lehî çêdibe.”

Welatîyê bi navê Hîwa Bara jî da zanîn ku ew jî nişka ve bi lehîyê hisîyaye û got:

”Sîsatemek cogên avê tuneye. Dema ku av zêde dibe, kom dibe lehî radibe. Ji ber ku cihek ku av biçe nîne. Zîyanek mezin gihîşte me.”

Back to top button