Divê Hêzên Cîhanê “terorîstên” xwe yên li cem QSD’ê werbigrin

Wezareta Karê Derve a Amerîkayê rapora “terorê” yê sala 2020’an eşkere kir. Di raporê de Tirkiye weke çavkaniya terorîstên biyanî yên li Sûrî û Iraqê hatiye binavkirin. Her wiha tê gotin, ev terorîst axa Tirkiyê weke navenda derbasbûnê bi kar tînin. Wezaretê careke din bang li dewletên pêwendîdar kir ku terorîstên xwe yên li cem QSD’ê girtî ne, werbigrin.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê rapora “terorê” ya sala 2020’an eşkere kir.

Di raporê de çeteyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûrî girtî ne tên bibîrxistin û xemsariya hêzên cîhanî wiha tê rexnekirin:

Di rewşa heyî de bi hezaran terorîstên biyanî yên ji Ewrûpa û Iraqê li cem Hêzên Sûriya Demokratîk girtî ne.

Her wiha bi deh hezaran endamên malbatên van terorîstan jî li kampan tên ragirtin.

QSD’ê bi tena xwe, ne xwedî wê hêzê ye ku ji heq van terorsîtan derkeve.

Lewma pêwîst e dewletên pêwendîdar welatiyên xwe werbigirin.

Rapora “terorê” ya Amerîkayê: Tirkiye çavkanî û cihê derbasbûna terorsîtên biyanî ye

Di rapora “terorê” ya sala 2020’an de rewşa dewleta Tirk jî wiha hat pênasekirin:

Tirkiye ji bo terorîstên biyanî yên li Sûrî û Iraqê hê jî weke navendeke çavkaniyê ye.

Di ser Tirkiyê re ev terorîst derbasî Sûrî û Iraqê dibin.

Her çi kesê dixwaze beşdarî DAIŞ û tevgerên din ên terorsît bibe, berê xwe dide Tirkiyê.

Dîsa kesên ji van rêxistinên terorê vediqetin jî ji bo vegerê axa Tirkiyê bikar tînin.

Di raporê de rewşa Tirkiyê ya piştî hewldana bi navê “darbeyê” ya sala 2016’an jî wiha tê bibîrxistin:

Bi îdîaya ku pêwendiya wan li gel Cemaeta Gulen hene, ji sala 2016’an ve 96 hezar kes di zindanan de ne.

Her wiha hezar û 500 saziyên civaka sivîl jî hatine girtin.

Back to top button