
Partî û saziyên Kurdistanî bi boneya cejna Êzî daxuyanî dan.
Konseya Rêveber a KNK’ê, partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdan a Ewropayê cejna Êzî pîroz kir û peyama parastin û avakirina Şengalê û piştigiriya civaka Êzidî dan.
Konseya Rêveber a KNK bi boneya Cejna Êzî daxuyaniyek da û cejn li civaka Êzdî û tevahiya Kurdistaniyan pîroz kir.
KNK’ê diyar kir ku cejin di nava hemû baweriyan de xwedî cihekî cûda ye û got;
“Cejna Êzî, jiyana nû ye, xwedîderketina li bawerî û ҫanda Kurdistanê ye.
Pîroziya van ji her wextî bêhtir, ji bo bawerî û ҫanda Êzdiyatiyê hîn biwate ye.”
Konseya Rêveber a KNK’ê berxwedana berî şeş salan a civaka Êzdî bi bîr xist û ev got:
“Bi saya vê berxwedanê Şengal ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin.
Lê niha Dewleta Tirk û hevkarên wê Şengal kirine armanc. Karê DAIŞ’ê yê ku nîv mabû, temam dikin.
Lewma pêwîst e rewşa Şengalê bi awayekî teybet were nirxandin.
Parastin û avakirina Şengalê erka hemû hêzên Kurdistanî ye.”
KNK’ê diyar kir ku divê xelkê Şengalê yê koçber bûne, vegerin li ser axa xwe û got,
Niha dema vegera welat û avakirina Şengalê ye.
Pêwîst e nasmeya Êzdîtiyê li Şengalê bê parastin û gelê me li wir bi awayeke xweser xwe birêve bibe.
HDP’ê cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan HDP a Êlihê û Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Têkiliyên Derve berpirsyar Feleknas Ûca jî bi boneya rojê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Feleknas Uca, Cejna Êzî li civaka Êzidî pîroz kir û diyar kir cejna Êzî jî yek ji wan cejnên pîroz e ku bi hezaran salan e tê pîrozkirin.
Feleknas Ûca, bi wesîlaya rojê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ku li dijî gelê Êzidî pêk tîne bi bîr xist û êrişen dewleta Tirk yên li dijî Şengalê wekî dewama Fermana 74’an bi nav kir.
Feleknas got, “ji ber ku ew xwe diparêzin, îro rastî êrişan tên, tên kuştin û sirgûnkirin.”
Fêleknas Ûca, hevî kir ku cejna Êzî ji bo mirovahiyê bibe wesîleya aştî ye û rizgarkirina hemû jinên dîlgirtî yên di destê DAIŞ’ê de.
Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca, dawî bang li herkesî kir ku li dijî êrişan bêdeng nemînin.
KCDK-E cejna Êzî pîroz kir
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdan a Ewropayê KCDK-E jî bi daxuyaniyekê cejn li Êzdiyan pîroz kir:
”Em hêvî dikin ku ev cejn ji bo civaka me ya Êzidî û hemû Kurdistaniyan aştî, statû û azadiyê bîne.”
KCDK-E bang li hemû sazî û dezgehên Êzîdî kir ji bo yekîtî û rêxistinbûyînê bi berpirsyariyên xwe rabin û ji bo avakirina Şengalê li her deverê xwedî lê derkevin û berxwedanê geş bikin.