Operasyona “Xurtkitina Ewlehiyê” dewam e

Hêzên Operasyonê bi daxuyaniyekê ragihand gundê Hewayîc û Teyana ên Zibanê hat paqijkirin, 18 çete hatine kuştin û 4 endamên Dîfa El Wetanî hatin girtin.
Hemwextî operasyona “xurtkirina ewlehiyê”, dewleta tirk idiyayên bê bingeh belav dike.
QSD’ê bi daxuyaniyeke din got:
Îdiayên ku dibêjin hêzên QSD li Efrîn û derdora wê, dema hewl dane êrişên nûqteyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bikin, 13 şervan şehîd bûne, dûrî rastiyê ne.

Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya ku QSD’ê li dijî çeteyan û bazirganên hişbirê li gundewarên Dêrazorê daye destpêkirin 10 roje bi xurtî didome.

Ferhad Şamî: Li Zîbanê 18 çete hatin kuştin

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî ragihand ku operasyona leşkerî ya li djiî şaneyên DAIŞ’ê û komên sûcdar li navçeya Zîbanê dewam dike.

QSD’ê gundê Hewayîc paqij kir û beşekî mezin ji gundê Teyana û bajarokê Zîbanê paqij kir.

Şamî diyar kir ku dibe di çend saetên bê de, şer li navenda Zîbanê bi dawî bibe.

Ji ber ku bêtirî ji sedî 70 bajarokê Zîbanê hatiya paqjikiirin.

Her wiha îşaret kir çete ber bi aliyê rojava yê çemê Firatê ve reviyan.

Ferhad Şamî da zanîn ku li gund û taxên navenda Zîbanê 18 çete hatin kuştin û 4 çeteyên Dîfa El Wetenî hatin girtin.

QSD: Tekane biryara hêzên me paqijkirina Zîbanê ye

QSD’ê ragihand ku ew bi biryarin hemû çeteyên derbasî Zîbanê bûne derxînin û aramiyê li bajarok vegerînin.

QSD: Dewleta Tirk a dagirker nûçeyên derew belav dike

Li aliyê din hemwextî operasyonê, dewleta tirk idiyayên bê bingeh belav dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi belavkirina nûçeyên derew armanc dike bingeha êrişên li ser herêmê were amade kirin.

Daxuyaniya QSD wiha ye:

Plana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina herêmê, van rojan zêdetir eşkere dibe û bi hemû rêbazên qirêj ev plan xistine meriyetê.

Tirkiyê hewl da bi agahiyên nerast bandorê li raya giştî bike da ku “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” pûç bike, lê bi ser neket.

Dema dewleta Tirk negihaşt armanca xwe, li Minbicê û herêmên din êriş pêk anîn, Ji van êrişan jî sûd wernegirt, vê carê bi rêya Wezareta Parastinê agahiyên derew belav dike û dibêje:

QSD: Li Efrîn û derdora wê şervanên me şehîd nebûne

25 û 29’ê Tebaxê û 4 Îlonê hêzên me li Efrîn û derdora wê, dema hewl dane êrişî xalên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bikin 13 hevalên me şehîd bûne.

Ev idia bê bingeh in û durî rastiyê ne.

Me berê jî gotibû, hêzên me ne li Efrînê û derdora wê bi cih bûne û ne jî li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê tu çalakî li dar nexistine

QSD’ê bang li raya giştî kir bi agahiyên derew yên dewleta Tirk a dagirker bawer-nebin.

Back to top button