Piştgirya gelê herêmê ya bi operesyona “Xurtkirina Ewlehiyê” re

Pêkhateyên herêmê piştgiriya xwe ya bi QSD’ê re dewam dikin.
Li Reqa, Şedadê û Dêrazorê gelê herêmê bi daxuyanî û civînan piştgiriya xwe bi QSD’ê re ragihandin.

Ji roja destpêkirina operesyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ve gelê herêmê li pişta QSD’ê ne û bi daxuyaniyan banga dewamiya operesyonê dikin.

‘Li ser vê xakê, xwîna zarokên me bûye yek’

Endamên Weqfa Al El Beyt û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl a Reqayê daxuyaniyek dan û wiha hate gotin:

“Em rewşa li Dêra Zorê ji nêz ve dişopînin, piranî eşîran bang li QSD′ê kir ku rûmeta şêx û eşîrên li Dêrazorê ji binpêkirinên dermirovî biparêzin.

Piştî QSD′ê bang bersivand, gelek alî destewerdan kirin da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibin.

Li ser vê xaka pîroz xwîna zarokên me bûye yek, ev jiyan bi saya şehîdên me pêk hat.

Em nahêlin kesek fitneyan derxe.”

‘Em hewledanên derxistina fitneyê bi tundî şermezar dikin’

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqa jî li ber avahiya Meclisa Bajarok Hezîra daxuyaniyek dan.

Eşîrên Reqayê bang li eşîrên Dêrazorê kirin ku pêşî li hewldanên xirabkirina ewlehiyê bigrin û piştgiriyê bidin QSD’ê.

Eşîrên Reqayê gotin:

“Piştî ku Rêveberiya Xweser teror têk bir, hinek aliyên derve hewl didin ewlahiya herêmê têk bibin.

Em van hewldanan bi tundî şermezar dikin û bang li QSD’ê dikin ku operesyona xwe bi xurtî dewam bikin.”

‘Li hember tiştên li Dêrazorê têne kirin, pêwîstî bi xebateke hevpar heye’

Her wiha li Şedadê jî Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê civînek li dar xist.

Di civînê de rewşa Dêrazorê hate nirxandin û ev tişt hate gotin:

“Hêzên derve hewl didin fitene û tevliheviyê di navbera QSD û eşîrên Dêrazorê de derxin da ku aramiya li herêmê û yekîtiya di navbera gelên wê de xirab bikin.

Divê li hember vê xebatek hevpar û diyalogên navxweyî pêk werin da ku aştî û ewlehiya li herêmê bê parastin.

Beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman û li hember fitneyê banga hevgirtinê li tevahî aliyan kirin.

Gelê herêmê dê tu carî rê nede derxistina fitneyan

Her wiha sazî û rêxistinên civaka sivîl ên li rojavayê Dêrazorê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin operasyona ku niha QSD’ê pê radibe ji bo aramî û ewlehiya li herêmê ye û divê em destekê bidin.

Sazî û rêxistinan dan zanîn ku fitneyên têne kirin di serî dewleta Tirk û rêjîma Sûrî berpisyar in û got:

“Ev alî hewl didin fitneyê di navbera Kurd û Ereban û tevahî pêkhateyên herêmê de derxin.

Lê gelê herêmê hay ji her tiştî heye û dê tu caran jî rê nede van fitneyan.”

Back to top button