Komelgeheke Filstînî dê mêtingeheke nû li Efrîn ava bike

Ji bo guhertina demografiya herêma Efrînê avakirina mêtingeha dewam dike. Hate ragihandin dê mêtingeheke nû li Efrînê were avakirin.

Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir ku komelgeha bi navê Eleyş Bikerama ya Filstînî li ser malpera xwe ya fermî biryara avakirina mêtingeheke nû daye.

Li gorî Tora Çalakvanên Efrînê dê mêtingeh bi desteka dagirkeriya Tirk li Efrînê were avakirin.

Komelgeha Filstînî dê nêzî 100 xaniyî tê de ava bike.

Ji destpêka dagirkirina Efrîn û heya niha kiriyarên hov lê têne kirin, piraniya van kiryaran bi armanca guhertina demografiya wê ye.

Back to top button