LI BAJARÊN HERÊMA CIZÎRÊ LEHÎ RABÛ Û ZERAREK MEZIN RÛ DA

Ev 2 roj e baraneke zêde li herêmên bakur Sûriyê û bi taybet li Dêrik, Çilaxa, Tirbespiyê û Qamişlo dibare.
Ji ber barana zêde lehî rabû, gelek rê hatin girtin.
Di vê çarçoveyê de, li herêma Dêrikê bendavên Borzê û Başotê li ber metirsiya hilweşînê ye.
Ekîbên Şaredariya Gel ji bo rêgirtina li pêşiya hilweşîna her du bendavan, di nava liv û tevgerê de ne.

Xelkê bakurê Sûrî ev du salbûn ji bo baranek xweş were û biharek rengîn derkeve dua dikirin.

Îsal barana ku di demê xwe de hat keyfxweşî li gel her kesê çê kir.

Lê di van 2 rojên dawiyê de barana ku zê de barî bû desema ku metirsiyan çê bike.

Barana ku li Dêrikê barî bû sedema ku başek ji bajar di nava avê de bi hêle.

Li gundê Beravê jî ji ber lehiyê dîwarê ku dewleta Tirk li nêzî gundê Kerdemiyê lê kiribû, hate xwarê û av weke lêhiyê ber bi gund ve herikî.

Ji ber lêhiya rabûyî çend mal hilweşiyan.

Her wiha ji ber bilindbûna avê, bendeva Borzî kete bin avê.

Şaredariya Gel jî gelek tedbîr girtine û sivîlan ji gundê Borzê yê nêzî bendavê derdixe.

Rêya deriyê Sêmalka, gundên Zihêriyê, Tilîlon û Kerzikî li çûn û hatinê hat girtin.

Pira Sêmalka ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de jî xerab bûye.

Rêveberiya deriyê Sêmalka ji ber xerabbûna pirê, çûn û hatin rawestand heta ku pir tê sererastkirin.

Li navçeya Girkê Legê jî pira gundê Kîşkê û pira gundê Batirzan a herêma Aliyê hilweşin û rê hatin girtin.

Her wiha ji ber lehiyê, hin malên li herêmên nêzî rêçekên avê, di bin avê de man.

Li gundê Başûr jî ji ber lehiyê, pira gundê El-Yûsifiyê hilweşiya.

Ji ber vê yekê komîteyên awarte berê xwe da herêma bendava Çilaxa ku asta avê li bendavê bilind bû.

Komîteya awarte ya bajarê Qamişlo ji bo ewlekariya jiyana şêniyan hewil dide tedbîrên pêwist bigre.

Ji ber barana zêde ava çemê çemê Cerah yê Tirbespiyê jî zêde bû û ev jî bo sedema ku lêhî rabe.,

Li aliyekî din jî av kete piranî mal û dikanên bazirganî yên li sûka navendî û di encamê de ziyanên madî çûbûn.

Tîma Awerte ya Şaredariya Gel bi lezgînî berê xwe da gundên başûrê kantonê da ku piştevaniya şêniyan bike.

Li gundê Hemare yê navçeyê jî gelek pez li ber avê çûn.

Li bajarê Qamişlo jî ji ber lehiyê riya di navbera bajarê Qamişlo û Dêrikê de hatiye girtin.

Leave a Reply

Back to top button