Hewl dan senaryoya li Himsê li Helebê dûbare bikin

Cara yekemîn, balafirên bê mirov ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker doh piştî nîvro, li asîmanê hin taxên bajarê Helebê geriyan.

Balafirên bêmirov û bi çek ên çeteyên dewleta Tirk a da girker li asîmanê hin taxên Helebê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de geriyan.

Li gor çavkaniyan, pergala parastinê ya hewayî ya hikumeta Şamê balafira bêmirov a xwekuj ku li asîmanê akademiya leşkerî ya nêzî çerxerêya El Mot a Helebê digeriya, xiste xwarê.

Ji wêneyên hatine kişandin, diyar dibe ku balafir, bi destan li derve hatiye çêkirin.

Lê îhtîmal heye ku amûrên wê yên elektronîk ji Tirkiyeyê bin.

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku hemwextî firîna balafira bêmirov, gelek moşek li nêzî navenda polîsa leşkerî ya li taxa Hemedaniyê ya Helebê ketine ku jêdera wan herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin.

Ji 2016’an ve, ev cara yekemîn e ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê parêzgeha Helebê digerin.

Back to top button