HPG’ê: Li Zap, Avaşîn û Metînayê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li Zap, Avaşîn û Metînayê, gerîllayên HPG’ê û YJA Starê dîsa li hêzên artêşa Tirk dan. Di çalakiyan de 15 leşker hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama şerê li Zap, Avaşîn ve Metînayê daxuyaniyek da.

Li gorî vê;

Li herêma Avaşînê

15’ê Gulanê, hêzên artêşa Tirk a dagirker 8 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan Qada Berxwedanê ya Werxelê bombebaran kir.

Paşê hewl dan ber bi çeperên şer ve werin.

Gerîlla bi çalakiya sabotajê pêşî li wan girtin û di encamê de leşkerek hat kuştin.

Li deverek din a Werxelê, gerîlla bi çekên giran li çeperên dagirkeran dan.

Li vir jî herî kêm 2 leşker hatin kuştin.

16’ê Gulanê jî hêzên dagirker dema ku xwestin ber bi çeperên şer ên Qada Werxelê werin, gerîlla rê nedan wan.

Di encamê de neçar man paşde biçin.

Li herêma Zapê

15’ê Gulanê artêşa Tirk bi balafirên şer, helîkopterên êrişê, obus û 3 caran bi çekên kîmyewî çeperên Girê Cehenemê bombebaran kir.

Dema xwestin pêşde werin, ketin bin kontrolê.

Gerîlla ji nêz ve li wan dan û di encamê de 5 leşker hatin kuştin.

Hemwextê vê çalakiyê, gerîlla li deverek din a qadê li hêzên artêşa Tirk dan û li vir jî 4 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Ber êvarê hêzên dagirker careke din xwestin bi pêş ve werin.

Gerîllayên jin bi çalakiya sabotajê bersiv dan wan û di encamê de herî kêm 3 leşker hatin kuştin.

Li Qada Şikefta Birîndaran jî 15’ê Gulanê dagirkerkên li derdora Kevirêkun bûn aramanca çalakiya gerîlla.

Di encamê de leşkerek hat kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Li devera Şehîd Şahîn jî ji ber destwerdana gerîlla, hêzên dagirker neçar man paşde biçin.

Li Qada Çemço jî 2 helîkopterên êrîşê yên xwestin herêma Çemço bombebaran bikin, bûn armanca gerîlla.

Di encamê de derb li helîkopterekê hate xistin.

Li herêma Metîna

15’ê Gulanê qereqola Kanî Masî ya artêşa dagirker ku di nava sînorên Başurê Kurdistanê de ye, bû hedefa lêdana çekên giran.

Heman rojê bi çalakiya sekvaniyê jî leşkerek hat kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku roja 15’ê Gulanê, artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrişê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.

Back to top button