Saziyê Kurdî li Amedê ji bo Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî daketin qadan

Li bakurê Kurdistanê polîtîkayên Qedexe û pişaftina li ser zimanê kurdî didome.

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî li Amedê xwest ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê meşek pêk bîne, lê Walîtiya Amedê meş asteng kir, lê tevî astengiyan jî xelkên amade daketin qadan.

Ziman hebûn û nasnameya civakê ye.

Dewleta Tirk a dagirker bi pişaftin, qedexeyê zimanê kurdî li Bakûrê Kurdistanê aniye ber asta tinebûnê.

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê li dijî polîtîkayên pişaftinê bi armanca zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê, pêngaveke meş, çalakî daye destpêkirin.

Tora ziman ji bo di vêçarçoveyê de duh xwest li Qada Stasyonê ya Amedê meşek pêk bîne, lê Walîtiya Amedê meş qedexekir.

Çalakvanek bertek nîşanê astengkirina meşê da û diyar kir ku yên zimanên me nasnekin em jî zimanê wan nasnakin.

Dayikên Aştiyê jî ku ji meşê re pêşengtiyê dikirin, bertek nîşanê astengkirina meşêdan û diyar kirin ku perwerdeya ziman mafê wan ê rewaye.

Welatiyan jî bi berzkirina “Bê ziman jiyan nabe” mudaxileya polîsan şermezar kir.

Rayedarên HDP û KCD’ê jî bi çalakiya rûniştin û gerandina govendê ve astengiya polîsan şermezar kirin.

Piştî çalakiya rûniştinê bi qasî du saetan dewam kir, polîsan destûra daxuyaniyê da.

Lê parlementeran got ew daxuyanî nadin ewê bimeşin. Girseyê paşê ji bo belav bibe dest bi meşê kir. Bi durişman hovîtîya dewleta Tirk şermezar kir.

Back to top button