Li Şehba û Helebê li dijî tecrîdê kon hate vedan

Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin de, li herêma Şehbayê konê çalakiyê hat vedan.

Kon li Qada Ajokaran a gundê Fafînê bi beşdariya sedan welatiyên şehba, Şêrawa, Til Rifet, koçberên Efrînê hat vedan.

Têkildarî salvegera komployê di çalakiyê de daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û çalakiyên dijî komplo û tecrîdê hatin silavkirin û hat destnîşankirin ku wê bi bi berxwedanê zindana Îmraliyê bê hilweşandin.

Piştî daxuyaniyê li dengê Rêber Abdullah Ocalan hate guhdarkirin.

Çalakî wê îro jî bidome.

Li Helebê jî di pêşengtiya Kongra Star, Yekitiya Jinên Ciwan de bi heman armancê li taxa Eşrefiyê kon hate vedan.

Hevseroka Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman axivî

Hêvîn Silêman anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi girankirina tecrîdê nikare rê li ber belavbûna ramanê Rêber Abdullah Ocalan bigire û got:

“Em ê şopdarên fikrê Rêber Abdullah Ocalan bin heta azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.”

Piştî axaftin û nîqaşan sinevîzyonek li ser komploya navneteweyî û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê hat pêşandan.

Tebqa-Şêniyan bi meşekê êriş şermezar kirin

Back to top button