Li dijî xiyaneta PDK’ê û hevakriya wî bi Tirkiyê re bertekên şêniyên heremê didome.
Şêniyên heremê xiyaneta PDK’ê weke xençerek li dijî doza kurd pênasekir.
Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Girkê Legê Laleş Îsmaîl Hîbt siyaseta PDK’ê ya şermezar kir û got:
“Ger PDK’ê piştgiriya dewleta Tirk nekira, ew nediwêrî bikeve axa Başûrê Kurdistanê û Başûr nedibû navenda xayîn û ajanan.”
Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Girkê Legê Şewket Muslim jî got:
“Piştgiriya ku PDK’ê dide dagirkeriya Tik, xiyaneta herî mezin a li dijî doza kurd e.”
Nivîskar Şêxmûs Cuma jî wiha îxaneta PDK’ê anî ser ziman:
“Xiyaneta PDK’ê wek xencerê di pişta doza Kurd de bi nav kir û bang li gelê Kurdistanê kir ku rastiyê nas bike.”
Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Dêrikê Mihemed Seîd jî desteka PDK’ê şermezar kir û got:
“Li hember xiyanet û ajantiyê werin em yekitiyê xurt bikin.”