Endamê PADÊ Saleh Êzdîn: Divê dijî êrîşan em pişta xwe bidin tifaqê

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Saleh Êzdîn diyar kir ku divê Kurd li dijî êrîşên li ser Rojava pişta xwe bidin hêz û tifaqa xwe û got: “Bi tifaqê em dikarin li dijî her cûre êrişan bisekinin.”

Saleh Êzdîn bibîr xist ku êrîş di dîrokek nêzî salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêber Apo dagirkirina Serêkanî û Girê Spî û peymana 9’ê Cotmehê ya dijî civaka Êzidî de hat meşandin û got:

“9’ê cotmehê salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêber Apo ye ew êrîş jî girêdayî komployê ye.

Niha jî dîsa di heman salvegerê de êrîşî cihên medenî yên tendûristî, kargeh, av, kehrebe, nift û enerjiyê yên Rojava dikin.

Ev 25 sale siyaseteke li dijî Rêber Apo û destkeftiyên Kurdan tê meşandin.”

Saleh Êzdîn dîyar kir ku divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin û wiha dom kir:

“Divê gelê kurd li hemberî wan êrîşan bêdeng nemîne, em bi yekitiyê bersiv bidin.

Saleh Êzdîn di dawiya ev bang li civaka Êzidî jî kir:

“Ji bo Rojava rabin ser piyan û piştgiriya wê bikin.”

Back to top button