Rûspiyê eşîra El Bûxemîs a Ereb diyarkir ku ew di yek rêzê de li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker disekinin.
Rûspiyê eşîra El Bûxemîs a Ereb Şêx Mistefa El Hemşo têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û hedefkirina navendên xizmetguzariyê got:
“Ev êrişên ji aliyê desthilata dewleta Tirk a dagirker ve ne nû ye.
Dewleta Tirk her timî hewl dide ewlehî û istiqrara herêmê xirab bike.
Dixwaze projeya Rêveberiya Xweser a ku di hemû qadan de serkeftin pêk anîne, têk bibe.”
Şêx Mistefa El Hemşo diyar kir ku ew di rêzekê de li hemberî êrişan disekinin û wiha domand:
“Em ê li hemberî çi kesên hewl bidin derbasî xaka me bibin, bisekinin.
Em ê buhustek ji xaka xwe ji dest nedin ku me di oxira rizgarkirina wê de berdêlên giranbuha dane.
Ji bo rizgarkirina herêmê ji terora DAIŞ′ê me bi hezaran şehîd dan.”



