Li dijî êrişên dewleta Tirk a qirker xelkê herêmê di nava çalakiyan de ne.
Di çalakiyan de bang li hêzên navnetewî hate kirin ku bi erkê xwe rabin û qada ezmanî ya herêmê li êrişên Tirkiyê bigrin.
Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel li dijî êrişên dewleta Tirk bi hêrs in û di nava çalakiyan de.
Îro şêniyên Girkê Legê, Dêrik, Çilaxa û Til Koçerê bi girseyî berê xwe dan navenda Koalîsyona Navnetewî ya li gundê Xirab Cîr û çalakiyek li dar xistin.
Piştî gel gihaşt ber navendê daxuyaniyek hate dayîn.
Bang li Konseya Ewlekariyê ya NY û Koalîsyona Navnetewî hat kirin li dijî êrişên terorê bêdeng nemînin û qada ezmanî ya herêmê ji Tirkiyê re qedexe bikin.”
Xelkê Holê jî bi meşekê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin.
Di meşê de daxuyaniyek hate dayîn û hate diyarkirin ku ew ê bi hevgirtin û berxwedan xwe li hember van êrişan bisekinin.
Her wiha koçberên Girê Spî yên li navçeya Eyn Îsayê dimînin jî bi meşekê salvegera dagirkirina bajarê xwe û êrişên dijwar ên li dijî herêmê şermezar kirin.
Her wiha li Reqayê jî bi meşeke girseyî êrişên dewleta Tirk a faşîst hatin şermezarkirin.
Xelkê navçeyên Şedadê, Erîşa û Mergeda jî daketin qadan û banga girtina qada ezmanî li êrişên dewleta Tirk kirin.